Parêzgarê Hesekê: Em li ser kêmkirina bandorên zextên jiyanî dixebitin

Parêzgarê Hesekê, Endazyar Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew daxwazên welatiyan digel bilindbûna bihayan û mesreftên jiyanê dişopînin û bi aliyên eleqedar re dixebitin ku bandorên rewşên debarê û başkirina asta xizmetan kêm bikin.

Parêzgarê Hesekê: Em li ser kêmkirina bandorên zextên jiyanî dixebitin
25 hezîran, 2026   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rûpela Facebookê ya Parêzgeha Hesekê, Parêzgarê Hesekê, Endazyar Nûredîn Ehmed a  têkildarî zextên aborî û bandorên wan li ser jiyana welatiyan postek parve kir.

Parêzgar Nûredîn Ehemd got, "Em mezinahiya zextên aborî ku gelê me di encama bilindbûna bihayan û mesrefên jiyanê de rû bi rû dimînin baş dizanin û em daxwazên ku welatiyan li hemû parêzgehan dikin bi baldarî dişopînin."

Di dewama nivîsa xwe de Ehmed wiha anî ziman: "Em bi awayekî berdewam bi aliyên têkildar re dixebitin da ku bandorên van dijwariyan kêm bikin û heta ku em karibin bê şert û merc piştgirî û xizmetan peyda bikin. Ev yek ji berpirsiyariya me ya li hember gelê me û ji dilsoziya me ya ji bo bersivdana daxwazên wan ên rewa û başkirina şert û mercên jiyana wan, derdikeve."

(fr)