Îsraîlê moşekek Hûsiyan bê bandor kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku, bêyî pêxistina fîkên hişyariyê, moşekek Hûsiyan ji Yemenê avêtiye bê bandor kir.

Îsraîlê moşekek Hûsiyan bê bandor kir
14 tebax, 2025   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku berbanga îro moşekek ku Hûsiyan ji Yemenê ve avêtiye bê bandor kir.

Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku "Pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê moşeka ku ji Yemenê ve hatiye avêtin bê bandor kir. Li gorî brotoklê, fîkên hişyariyê nehatin bikaranîn."

Ji 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan ve, ji destpêka êrişa tevgear Hemasˊê li başûrê Îsraîlê ve, Koma Hûsiyan bê navber moşekên balistî û balafirên bêmirov ber bi Îsraîlê ve diavêjin û dişînin. Pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê piranî moşek û balafiran bê bandor dike.

Girêdayî mijarê, Hûsî bi tawana keştiyên girêdayî Îsraîlê ne, Hûsî êrişî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor dikin. Armanca wan ji van êrişan piştgiriyê bidin Filistîniyên li Xezayê.

Îsraîl jî bersiva Hûsiyan bi êrişên dijî nuqteyên wan, dide.

(fr)