Îsraîlê li bakurê Quneytîrayê bendek danî

Dewriyeya artêşa Îsraîlê ket gundewarên bakurê Quneytîrayê û bendek danî.

Îsraîlê li bakurê Quneytîrayê bendek danî
15 kanûn, 2025   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê derbasî gundewarên li bakurê Quneytîrayê bû û li ser rêya Cebata Xeşeb–Eyn Beyadayê bendeke demkî danî.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane ajansa me, dewriye li herêmê belav bû, lê nehat zanîn bê bi şêniyan re bi hev ket an na. Çavkaniyan da zanîn ku li derdora rêyê rewşeke tevlihev heye.

Çavkaniyan her wiha ragihand ku hemwextî ketina dewriyeyê ya nava rê, balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser gundewarên Şam, Quneytîra û rojavayê Derayê difiriyan.

(b)