Li dijî hêzên hikumeta veguhêz êriş: Kesek birîndar bû

Li Helebê li dijî hêzên hikumeta veguhêz êriş hat kirin. Di êrişê de kesek birîndar bû.

Li dijî hêzên hikumeta veguhêz êriş: Kesek birîndar bû
15 kanûn, 2025   14:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, êrişî Firqeya 80’yan a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir.

Êriş li nêzî rêya di navbera herêma Daret Îze û Dêr Seman a li rojavayê Helebê de pêk hat. Di encamê de çekdarekî hêzên hikumeta veguhêz birîndar bû.

SOHR’ê diyar kir ku êrişkaran ku cilên reş li wan bûn, piştî êrişê ber bi aliyê bakur ve reviyan.

Duh êvarî jî li herêma Meret El Numan a Idlibê êriş li dijî hêzên hikumeta veguhêz hat kirin, di encamê de 4 çekdarên hikumetê hatin kuştin û hin birîndar bûn.

(b)