Li Minbicê greva mamosteyan

Li Minbicê mamosteyan li dijî nedana mûçeyan dest bi grevê kir.

Li Minbicê greva mamosteyan
Li Minbicê greva mamosteyan
Li Minbicê greva mamosteyan
Li Minbicê greva mamosteyan
Li Minbicê greva mamosteyan
Li Minbicê greva mamosteyan
Li Minbicê greva mamosteyan
Li Minbicê greva mamosteyan
Li Minbicê greva mamosteyan
15 kanûn, 2025   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajar û gundewarên Minbicê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, mamosteyan û xebatkarên qada perwerdeyê ku ji zêdetirî 7 mehan ve mûçeyên xwe wernegirtine, vê sibehê dest bi grevê kir.

Ji ber grevê geleke dibistan nehatin vekirin. Li gorî çavkaniyên qada perwerdeyê, ji dema dagirkirina Minbicê ve anku ji zêdetirî salekê ve mûçeyên zêdetirî 6 hezar û 500 mamosteyan nehatine dayîn.

Mamosteyan diyar kir ku wan ji destpêkirina dagirkirinê ve perwerde berdewam kir da ku şagirt ji perwerdeyê qut nebin û got navenda perwerdeyê beriya 7 mehan 2 milyon û nîv mûçe da û ji wê demê ve mûçe nehatine dayîn.

Mamosteyan berî niha jî gelek caran çalakî li dar xistin, lê bersiv nehatin dayîn.

Mamoste li pêşiya dibistanan kom bûn û pankartên bi daxwaza mafên xwe û dayîna mûçeyan û başkirina rewşa debarê vekirin.

(b)