Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 4 kes hatin kuştin

Balafirên Îsraîlê nuqteyên li başûrê Lubnanê û herêma Bîqayê bombebaran kirin, di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 4 kes hatin kuştin
1 tebax, 2025   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyên li başûrê Lubnanê û herêma Bîqayê bombebaran kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin. Ev rageşî li eniya Lubnanê zêde dibe, Îsraîl û Hizbullah hev tawanbar dikin.

Li gorî çapemeniya Lubnanê balafirên Îsraîlê gelek herêmên li başûrê Lubnanê û rêzeçiyayên rojhilatê herêma Bîqayê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku di êrişên xwe de binesaziya çêkirin û depokirina alavên şer ên Hizbullahê bombebaran kirin.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got balafiran mezintirîn cihê çêkirina moşekan a Hizbullahê ya li Lubnanê bombebaran kir û heman cih berê jî hatiye bombebarankirin.

Îsraîl Hizbullah bi hewldana jinûveavakirina binesaziya xwe ya leşkerî li başûrê Lubnanê tohmetbar dike ku ev yek li gorî agirbesta 27ˊê Sibatê binpêkirin e. Li gorî agirbestê, divê Hizbullah ji başûrê çemê Lîtanê vekişe û li şûna wê artêşa Lubnanê û hêzên NYˊyê bi cih bibin.

Li gorî daxuyaniya sekreterê giştî yê Hizbullahê Şêx Neîm Qasim, ruxmî agirbestê, Îsraîl êrişên li dijî Lubnanê dewam dike. Lê Hizbullah bersivê nade, tenê daxwaz dike ku Îsraîl ji herêmên sînor vekişe, êrişan rawestîne, girtiyên lubnanî berde.

(fr)