Îsraîlê bajarokên Lubnanê bombebaran kirin

Dronên Îsraîlê gelek deverên cuda yên başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Îsraîlê bajarokên Lubnanê bombebaran kirin
20 kanûn, 2025   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê, droneke bajarokê El Tîbe bombebaran kir, dronên din jî bombe li bajarokê Belîda yê başûrê Lubnanê barandin.

Ajansê da zanîn ku droneke xwekuj maleke berê di şerê vê dawiyê de zirar lê bûbû, hedef girt, lê tu agahiyên der barê windahiyên mirovî û ziyanên madî nehatin bidestxistin.

Peymana agirbestê ya di Mijdara 2024'an de hatibû îmzekirin, dawî li şerê zêdetirî salekê yê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de anî. Di wî şerî de gelek serkirdeyên leşkerî û siyasî û sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah hatin kuştin.

Îsraîlê ji wê demê ve êrişên xwe li dijî herêmên cuda yên Lubnanê didomîne û dibêje wê nuqte û cihên endamên Hizbullah diyar kirine, hedef digire.

(ac/fr)

ANHA