Oldaran li dijî zimanê nefretê hişyarî da û banga hevgirtinê kir

Endamên Kongra Îslama Demokratîk li bajarê Çilaxa destnîşan kir ku zimanê nefretê xetereyeke rastîn e li ser aştiya Sûriyeyê û diyar kir ku Sûriye hewcedarê yekitî û hevgirtinê ye.

Oldaran li dijî zimanê nefretê hişyarî da û banga hevgirtinê kir
21 kanûn, 2025   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Endamên Kogreya Îslama Demokratîk li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, ji ajansa me re axivîn û li ser xetereya hewldanên gurkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de bi belavkirina zimanê nefretê, hişyarî dan.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk li Çilaxayê Hemza Yûnis got: "Desthilatdariya rejîma Baasê 50 saln li ser karta nakokiyên mezhebî û paşguhkirina pêkhateyan dilîst. Ji ber ajandeyên derve û kiryarên hin welatên herêmî, bi taybetî Tirkiyeyê û piştgiriya hin nûnerên hikûmeta veguhêz, zimanê nefretê zêde bûye. Armanca wan jî ew e pevçûn û nakokiyan berdewam bikin û parçbûnê di navbera gelê heman welatî de pêk bînin.”

Yûnis wiha lê zêde kir: "Zimanê nefretê xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê nake; berevajî vê, ew aştiya navxweyî tehdît dike, dibe sedema parçebûnê û xetereyeke rastîn e li dijî avakirina Sûriyeyê."

Yûnis bang li wealtiyên Sûriyeyê kir ku zimanê nefretê rawestînin, yekîtiya xwe biparêzin û nekevin nav xefika parçekirinê: "Sûriye îro ji bo avakirina ewlehî û aramiyê û avakirina welatekî ku nûnertiya hemû Sûriyeyiyan dike, hewceyê gelê xwe ye."

Mela Ehmed Mihemed Emîn Hesen jî got: "Sûriye îro pir hewcedarê yekitî û hevgirtinê ye, ji ber ku ev şertek bingehîn e ji bo avakirina welatekî ku nûnertiya hemû Sûriyeyiyan dike. Zimanê nefretê ji bo tevna civakî ya dîrokî ya welêt xetereyek mezin e."

Hesen wiha lê zêde kir: "Kesên ku vî zimanê nefretê pêş dixin, ji bo Sûriyeyê aramî û ewlehiyê naxwazin." Hesen rexne li hikûmeta veguhêz kir û diyar kir ku "hikumetê ji bo astengkirina van hewldanan bi ser neket û nekarî yekitiya civakî biparêze. Bi rastî, hin axaftinên nûnerên wê li şûna ku wê nefretê vemirînin, wê gur dikin."

Hesen bang li welatiyên Sûriyeyê kir ku li ser bingeha nirxên olî yên biratiyê, li hember zimanê nefretê helwest bigirin û diyar kir "avakirina Sûriyeke yekgirtî bi yekitiya gelê wê ve girêdayî ye."

Şêx Beşar Mihemed Selame jî anî ziman ku "îslam oleke lihevhatin, biratî û hezkirinê ye, û hemî cûreyên nefretê, bi taybet nakokiyên mezhebî qebûl nake.”

Hesen di dawiyê de ev hişyarî da: "Armanca zimanê nefret û dijîtyê ew e ku endamên heman civakê parçe bike. Lê avakirina Sûriyeke ji bo hemû welatiyan tenê bi riya yekitiya civaka Sûriyeyê û rûniştina li ser maseya diyalogê dikare were pêkanîn."

(k)

ANHA