Şêniyên Siwêdayê daxwaza aşkerakirina aqûbeta windahiyan kir

Bi dehan şêniyên Siwêdayê di çalakiyekê de li qada Keramê ya navenda bajêr daxwaza aşkerakirina aqûbeta windahiyan û misogerkirina vegera ewle ya koçberan kir.

Şêniyên Siwêdayê daxwaza aşkerakirina aqûbeta windahiyan kir
Şêniyên Siwêdayê daxwaza aşkerakirina aqûbeta windahiyan kir
Şêniyên Siwêdayê daxwaza aşkerakirina aqûbeta windahiyan kir
Şêniyên Siwêdayê daxwaza aşkerakirina aqûbeta windahiyan kir
Şêniyên Siwêdayê daxwaza aşkerakirina aqûbeta windahiyan kir
20 kanûn, 2025   21:16
SIWÊDA

Bi dehan şêniyên bajarê Siwêdayê di çalakiyeke protestoyî ya li qada Keramê ya navenda bajêr de daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe yên ku bi darê zorê hatine windakirin, kir.

Malbatan diyar kir ku ew nizanin bê ka zarokên wan sax in, mirî ne yan di girtîgehên hikumeta veguhêz de ne yan na.

Xwişka welatiyê winda bûye Zahir Ferec, Semahir Ferec ji ajansa me re diyar kir ku birayê wê ji 15'ê Tîrmeha borî ve winda bûye û anî ziman ku: "Birayê min berê wî li bajêr bû, wê demê birîndar dibe û radikin nexweşxaneya Derayê heta baş dibe, lê dûre vediguhêzin cihekî nenas û heta roja îro tu agahiyekê li ser nizanin."

Muîn El Qasim ê ji gundê Teilê yê gundewarê Siwêdayê koçber bûye dibêje ew ji gundê xwe hatine koçberkirin, wan bi salan li dijî rejîma Baasˊê serî hildaye û tevahî beşên gelê Sûriyeyê hewandine, wan texmîn kir ku piştî hilweşîna rejîmê ew ê di dewleteke demokrat de bijîn.

El Qasim diyar kir ku koçberên li navendên demkî dimînin daxwaza vegera birûmet li malên xwe dikin û daxwaza vegerandina revandiyan dikin.

Di Tîrmeha borî de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wan êrişeke çekdarî li dijî bajarê Siwêda û gundewarê wî pêk anîbûn. Di êrişê de zêdetirî 2 hezar kes hatin qetilkirin, ji wan 200 kes hatin înfazkirin, bi dehan jî hatin revandin ku heya niha tu agahî ji wan nehatine wergirtin.

(mh/fr)