Îsraîl: Bi Sûriyeyê re di demeke nêzîk de aştî tune ye

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê diyar kir ku welatê wî bi Sûriyeyê re ne li ser rêya aştiyê ye û destnîşan kir ku Tel Avîv bi egera êrişa li dijî wê ji aliyê bakur ve, sînorê xwe diparêze.

Îsraîl: Bi Sûriyeyê re di demeke nêzîk de aştî tune ye
27 mijdar, 2025   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Radyoya Îsraîlê, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ji ber hebûna hêzan li hundirê sînorê wî ku difikirin êrişeke bejahî li dijî avahiyên niştecihî yên li deşta Colanê pêk bînin, Îsraîl bi Sûriyeyê re li ser rêya rast a aştiyê nîn e.

Katz anî ziman ku ew Durziyên li Sûriyeyê diparêzin û ger êriş li dijî wan pêk hatin, li gel artêşa Îsraîlê planeke amade heye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Katz, wezîrê karên derve Gideon Saar û serfermandar û serokê Shin Betê di hefteya borî de serdana herêma bêçek a li hundirê Sûriyeyê kiribû.

(fr)