Çeteyên dewleta Tirk muxtarê gundekî Efrînê birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk li nava zeviya zeytûnan gule berdan muxtarê gundê Sariya yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî û birîndar kir.

Çeteyên dewleta Tirk muxtarê gundekî Efrînê birîndar kir
27 mijdar, 2025   12:52
HELEB

Dema muxtarê gundê Sariya yê bajarê Mabeta yê Efrînê yê dagirkirî tevî hejmareke ciwanên gund, duh diçû nava zeytûnên xwe, çeteyê bi navê Mihemed El Fatih ê girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, gule li wan barandin û ew birîndar kir.

Li gorî şahidan, bûyer li herêma Kortê Xinzîran û Erdê Ekarî yê gundê Sariya çêbûye. Çete bêyî hişariyê gule li wan barandin, bi wê re muxtarê gundê Sariya Beşîr Hemîd Mihemed (63) bi giranî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku muxtar rakirine nexweşxaneyê, niha di beşa lênêrînê de ye.

Ev bûyer, li gel zêdebûna sûcên li herêmê, nemaze di mewsima berhevkirina zeytûnan de pêk hat.

(fr)

ANHA