Li Qamişloyê şahiya Roja Berxwedana Neteweyî

Di şahiya pîrozbahiya Roja Berxwedana Neteweyî (27 Mijdar) ya li Qamişloyê de hat diyarkirin ku destkeftiyên gelên herêmê encama têkoşîn û berxwedana dehan salan e.

27 mijdar, 2025   14:29
QAMIŞLO

Bi boneya 47`emîn slavegera damezrandina PKKˊê (Roja Berxwedana Neteweyî) Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê pîrozbahiyek bi rêxistin kir.

Bi sedan welatiyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişlo ku di nava wan de koçberên Şehba -Efrîn û Serêkaniyê jî hebûn tev li şahiyê bûn. Jin, mêr, ciwan, zarok, xwendekar, rewşenbîr û mamoste, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl di şahiyê de cihê xwe girtin.

Amadebûyên şahiyê dema li qadê kom bûn sloganên “Ne dawî ye, destpêkeke nû ye”, “Bijî Rêber Apo” berz kirin. Girseya gel li ber stranên şoreşgerî govend gerandin; alên PKK`ê û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Bernameya şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo Şemsîxan Gulo axivî, şehîdên şoreşê bi bîr anîn û Rêber Abdullah Ocalan silav kir. Şemsîxan Gulo da zanîn ku ew bi saya keda Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan li hev kom bûne û got: "Çavê hemû cîhanê niha li Îmralî ye. Divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê. Heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê li ser piyan bin. Divê em ranewestin."

Li ser navê Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo jî, Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêro Şero axivî û 27ˊê Mijdarê li hemû gelên Kurdistanê û cîhanê, bi taybet li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Şero got: “Îro rojek ji rojên dîrokê ye, tişta di nava qadên berxwedanê de tê dîtin, şax û berhemên tevgerê ne. Li cîhanê bi giştî şaxên xwe vedaye. Bi keda gerîla, şoreşger û gelê me em îro li vir kom dibin.”

Şahî bi gerandina govenda li ber stranan û bi xwendina helbestan bi dawî bû.

(sb/fr)

ANHA