Îranê li baregehên DYA‘yê dan

Îranê wekî bersiv li hemberî êrişên DYA‘yê, êrişî baregehên DYA‘yê yên li Kuweyt, Urdun, Behrayn û Erebistana Siûdî kir.

Îranê li baregehên DYA‘yê dan
18 tîrmeh, 2026   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku li hemberî êrişên Amerîkayê yên li ser baregehên leşkerî û binesaziya wê, êrişeke nû bire ser baregehên leşkerî yên DYA‘yê yên li Kuweyt, Behreyn û Urdunê. Artêş îdia kir ku di êrişan de tesîsteke çavdêrî û radarê hatin rûxandin.

Hate ragihandin ku artêşa Îranê bi mûşek û dronan stasyona safîkirina avê û tesîsteke petrolê ya Kuwyetê kirin armanc. Rayedarên Kuweytê dane zanîn ku wan mûşkekên balîstî û dron bêbandor kirin. Her wiha ragihand ku di êrişê de hejmarek xebatkarên agirkujiyê û karkerên petrolê birîndar bûn.

Artêşa Pasdaran îdia kir ku ev êriş wekî bersiv li hemberî êrişên DYA‘yê yên li ser pir, tesîsên ceyranê û baregehên leşkerî yên li hundirê Îranê hatin kirin.

Medyaya Îranê ragihand ku di êrişên hefteya borî yên Amerîkayê de bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Ji Erebistana Siûdî jî du çavkaniyên agahdar diyar kir ku hêzên Îranê baregehên li nêzî Riyadê û Yenbai kirin armanc û pergala hişyarkirinê ya bilez hat aktîfkirin. Rayedarên Siûdî der barê êrişan de tu agahî nedan.

 Ji ber rageşiyê buhayê petrolê zêdetirî 4 ji sedî bilind bû.

(bb)