Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komele kir

Danê nîvro rejîma Îranê careke din bi mûşekan êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Geliyê Alaneyê kir.

Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komele kir
11 tebax, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Ehmed Hisên Pena derbarê êrişa nû ya Îranê ya li ser baregehên partiya wan a li Geliyê Alaneyê, agahiyên nû parvekir.

Ehmed Hisên Pena got; “Saet 13:30’an, Îranê careke din bi mûşekan êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Geliyê Alaneyê kir. Heya niha tu agahiyek fermî derbarê hebûna qurbanî yan ziyanên canî de nîne. Her wiha ev êriş berdewamiya êrişên mûşekî û balafirên bê mirov ên Îranê ye ku li dijî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê pêk tîne.’’

Ehmed Hisên aşkere kir ku li gorî daneyên Komeleyê, ji destpêka şerê navbera Îran û Amerîkayê ve heta niha, hejmara giştî ya mûşek û dronên ku ji bo armancgirtina kampên Komeleyê hatine bi kar anîn, gihîştiye zêdetirî 102 mûşek û dronan.