Li Sûriyeyê 23 qezayên trafîkê û 127 şewat

Li Sûriyeyê di encama 23 qezayên trafîkê de 30 kes birîndar bûn. Her wiha 127 şewat derketin.

Li Sûriyeyê 23 qezayên trafîkê û 127 şewat
11 tebax, 2026   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên Parastina Sivîl ragihand ku duh bi şev (duşemê) 23 qezayên trafîkê çêbûne û di encamê de 30 welatî birîndar bûne. 

Her wiha 127 şewat derketine ku 5 şewat li nava zevî û erdên çandiniyê û 122 di mal, avahiyên bazirganî, daristan, çop û têlên elektrîkê de bûne.

(np)

ANHA