Rastfêmkirina 42 salan beriya niha û roja îroyîn - FÛAT ALÎ RIZA

Rastfêmkirina 42 salan beriya niha û roja îroyîn - FÛAT ALÎ RIZA
11 tebax, 2026   14:27

Di rastiyê de 42 salan beriya niha û roja îroyîn hevûdu temam dikin. Roja îroyîn li gel ‘’qanûna çarçoveyê’’ berê xwe didin pêvajoyeke nû, girîng e ku mirov van yekan bi kelecan û hêza wateya 42 salan beriya niha bike.

Pêşnûmeya ‘’Qanûna Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Neteweyî’’ ya weke ‘qanûna kok’ yan jî ‘qanûna çarçoveyê’ tê binavkirin, piştî nîqaşên dûr û dirêj ji Komîsyona Edaletê ya Meclîsê derbas bû. Diyar e ku wê di Desteya Giştî a Meclîsê de jî nîqaşên weke wan berdewam bikin û di dawiyê de derbas bibin û qanûnî bibin. Bi vî awayî wê têkoşîna hebûn û azadiya Kurdan a sed salî ji sêdareyê berê xwe bide çarçoveyeke qanûnî.

Pir eşkere ye yasaya berbehs, dibe yasayeke têkildarî PKK’ê. Bêguman ev yasa bi serê xwe di nava xwe de encamekê nahewîne yanî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêk naîne û ji pirsgirêka Kurd re nabe çareser. Ji ber vê yekê dibe sedema rexneyên piralî û berfireh. Madem di vê pozîsyonê deye wê demê wate û girîbgiya vê yasayê çi ye? Bersiva vê pirsê wiha ye; Yasaya berbehs derfeta siyasetkirinê û meşandina têkoşîna siyasî pêşkêşî aliyan dike. Nexwe yasaya berbehs nebe derfeta siyasetkirinê jî nabe; ger derfeta siyasetkirinê jî nebe wê şer were rojevê. Wê demê kesên ku yasaya berbehs bi temamî red dikin, ew kes in ku daxwaza şerî dikin, bi gotineke rasttir rantparêzên şerî ne.

Di vê xalê de em dikarin nêzîkatiyên li hemberî yasayê di sê kategoriyan de îfade bikin:

*Yên yasayê weke wê dipejirînin û qebûl dikin. Ev derdorên dewlet û desthilatdariyê ne, ji ber ku yasaya berbehs jî ji aliyê wan ve hatiye amadekirin û wan pêşkêşî Meclîsê kiriye. Di vê xalê de sererastkirina şaşiyekê girîng e. Ji ber hin daxuyanî û weşanan weke ku yasaya berbehs li Îmraliyê hatiye amadekirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi temamî tevlî yasayê bûye. Feraseteke bi vî rengî hatiye afirandin. Eşkere ye ku ev rewş rast nîne. Rêber Abdullah Ocalan derxistina yasayeke bi vî rengî gelekî girîng dîtiye lê belê yasa weke heyî qebûl nekiriye. Gelek nêrîn û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan di yasayê de cih negirtine. Yasa ji aliyê tifaqa AKP û MHP’ê ve hatiye amadekirin.

*Kesên ku derketina yasayê ya bi vî rengî jî girîng dibînin, lê belê ji gelek aliyan ve jî şaş û kêm dibînin û rexne dikin.  Tevgera Azadiya Kurd jî di nav de gelek derdorên çepgir û demokratîk, ji vî aliyî ve yasaya berbehs di gelek qonaxan de rexne kirine, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirine. Di destpêkê de diyar kirine ku nabe ku yasa bi tena serê xwe were sepandin, ji bo sepandina wê hewceyî bi gelek yasayên demokratîkbûyînê heye. Hatiye îfadekirin ku dor hatiye meşandina têkoşîna ji bo derxistina van yasayan. Yanî yasaya berbehs weke ku rê li ber meşandina têkoşîna siyasî û hiqûqî veke, were dîtin û ji vî aliyî ve girîng hatiye dîtin. Ev yek weke ‘’destpêka nû’’ û ‘’vebûna mifteyê’’ pênase kirine.

* Yên ku vê yasayê bi temamî red dikin. Hin derdorên faşîst ên weke IYI Partî û Partiya Zaferê û hin derdorên netewperestên civakî di vê kategoriyê de cih digirin. Wisa tê fêmkirin ku gelek derdorên din ên xwe di nava vê kategoriyê de eşkere nekirine jî hene. Ev bi gotina herî rast derdorên ‘rantparêz in’ û ew hêz in ku di serî de şerkirina li gel Kurd û şerê Tirkiyeyê yê li gel dewletên herêmê rantê bi dest dixin û li berjewendiyên xwe dinêrin. Yên bi vî rengî li Tirkiyeyê jî li herêmê jî û li seranserê cîhanê jî gelek hene.

Pir girîng e ku em dubare hevokeke ku me li jorê nivîsand bilêv bikin: Yên ku roja îroyîn ‘’qanûna çarçoveyê’’ ya roja îroyîn ji Meclîsê derbas dibe bi temamî red dikin, di rastiyê de ew kes in ku daxwaza şerî dikin. Ew kes in ku dixwazin şerê Kurdan ê li gel dewleta Tirk ê 100 salan; yê PKK’ê yê li gel dewleta Tirk ê 41 salan; yê Osmaniyan û dewleta Tirk ê li gel Kuradan ê 200 salan berdewam bike. Yasaya heyî tu tiştan îfade neke jî bidawîbûna şerê berbehs îfade dike. Dibe encameke pêvajoya van hemû şer û pevçûnan. Ji ber vê yekê divê mirov qet nebe têkiliya wê ya li gel şerê li gel PKK’ê yê dawîn baş ava bike.

Ger em bala xwe bidinê roja îroyîn di Tebaxa 2026’an de hewl tê dayîn ku lihevkirineke ku bidawîkirina şerekî armanc dike were kirin û yasayeke ku vê yekê dabîn bike were derxistin.

Baş e vî şerî kengê destpê kir? Pir eşkere ye ku 42 salan beriyaniha û dîsa di meheke Tebaxê de dest pê kir. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li gel çalakiyên gerîlayên PKK’ê ên li Erûh û Şemzînanê ev pêvajo dan dest pê kir. Roja îroyîn di Tebaxa 2026’an de ji bo ku yasa bê derxistin li Meclîsê hewl tê dayîn, 42 salan beriya niha jî ji bo ku li hemberî rejîma leşkerî-faşîst a 12’ê Îlonê çalakiyan pêş bixin gerîlayan li çiyayan hewl didan. Yên ku vê rastiyê nabînin, wate û girîngiya gerîlayên li hemberî rejîma 12’ê Îlonê pêş ketine, nizanin roja îroyîn jî wateyê nadin hewlên têkildarî bidawîkirina şerî.

Bi kurtasî rastfêmkirina roja îroyîn girêdayî rastfêmkirina tiştên ku 42 salan beriya niha qewimîne. Yanî 42 salan beriya niha roja 15’ê Tebaxa 1984’an li dijî rejîma faşîst a 12’ê Îlonê berxwedana gerîlayan dest pê nekiribûna  û 41 salan berdewam nekira wê roja îroyîn derxistina yasaya berbehs nedihat rojevê. Wê hebûna Kurd û demokrasiyê ya yasayeke bi vî rengî hewce dike, nedibû. Wê rejîma faşîst-înkarker a 12’ê Îlonê serwerî her tiştî bûna wê hebûn û lêgerîna Kurd û demokrasiyê li holê nebûna. Nexwe Berxwedana Gerîlayan a 15’ê Tebaxê 1984’an her tiştên li ser navê hebûna Kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê afirandine yan jî nûnertiya wan kiriye û pêş xistiye.

Wê demê rastfêmkirina roja îroyîn û ‘qanûna çarçoveyê’ ya hatiye derxistin girêdayî rastfêmkirina Pêngava Gerîlayan a 15’ê Tebaxê 1984’an e. Yanî gerPêngava Gerîlayan a 15’ê Tebaxê nebûna roja îroyîn ‘qanûna çarçoveyê’ û destpêkeke nû jî nedibûn. Çawa ‘qanûna çarçoveyê’ ji aiyê gelek derdoran ve weke destpêkeke nû tê nirxandin weke wê Pêngava 15’ê Tebaxê jî ji aliyê hebûna Kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê ve destpêkeke nû bû.

Pir eşkere ye ku Pêngava Gerîlayan a 15’ê Tebaxê ya li dijî şert û mercên rejîma 12’ê Îlonê, pêngaveke li cih û pêngaveke rast e. Ger di partîkê de jî egerên wê bi terz û ûslûbeke rast bihata bicihanîn bêguman wê encamên wê ji ya a niha cudatir bûna. Ji ber kêmasiyên kesayetiya tê zanîn pêngava berbehs li gorî egerên pratîka guncav ên îdeolojîk û stratejîk nehat birêvebirin. Nabe ku ev yek jî tevî gotina vê rewşê jî rê li ber kêmasiya encaman û peydanekirina çareseriyên hewce vekir lê belê sepan bi vî rengî ye li pêşiya wate girîngiya pêngava hatiye avêtin bive astengî.

Bi rastî jî ji ber vê wate û girîngiya dîrokî yeku roja îroyîn çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê rojevên sereke ne. Ger Berxwedana Gerîlayan a 15’ê Tebaxê rast were fêmkirin û ders jê werin standin aha wê demê pêngavên yasayî yên roja îroyîn jî rast werin fêmkirin û egerên wê di partîkê de bi serkeftî werin bicihanîn. Di serî de gelê Kurd divê hemû hêzên sosyalîst û demokratîk vê rastiyê li gel hemû aliyên wê rast fêm bikin.

Bi taybetî jî divê jin û ciwan, gelê Kurd ê li çar perçeyên Kurdistanê, derveyî welat û dostên wan vê rastiyê baş fêm bikin. Divê rê nedin tu fêmkirinên şaş û kêm bi awayekî teqez bikaribin vê yekê. Ji ber rastfêmkirina roja îroyîn bicihanîna erkên têkoşînê girêdayî vê yekê ne. Ji ber vê yekê jî di 42’yemîn salvegera wê de divê Pêngava Gerîlayan a Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê li her derê û di nava coşeke mezin de were pîrozkirin hem jî jê dersên dewlemend were standin. Di rastiyê de 42 sal beriya niha û roja îroyîn hevûdu temam dikin. Roja îroyîn li gel ‘’qanûna çarçoveyê’’ berê xwe didin pêvajoyeke nû, girîng e ku mirov van yekan bi kelecan û hêza wateya 42 salan beriya niha bike. Girêdayî van yekan em şehîdên leheng ên Pêngava 15’ê Tebaxê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û Cejna Vejîn û Berxwedanê pîroz dikin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka