Mehmûd Xelîl: Koma dîlgirtiyan wê êvarî bighêje Hesekê

Ji fermanarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl diyar kir ku komeke dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê dê îro werin berdan û êvarî bihêjin Hesekê. Mehmûd Xelîl piştrast kir ku koma yekemîn a koçberan bi ewle gihaşt Efrînê.

Mehmûd Xelîl: Koma dîlgirtiyan wê êvarî bighêje Hesekê
10 adar, 2026   10:13
HESEKÊ

Ji fermanarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl nivîsek li ser hesabê xwe yê X'ê parve kir.

Mehmûd Xelîl diyar kir k di çaçroveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) gihaşt bajarê Efrînê da ku qonaxa yekemîn a vegera koçberan li herêmên xwe temam bike.

Mehmûd Xelîl destnîşan kir ku malbatên koçber bi silametî gihaştin cihê xwe û ewlehiya herêmên Cindirêsê, Şiyê û hejmarek gund û navçeyên girêdayî wan jî hatiye misogerkirin.

Xelîl her wiha îşaret pê kir ku hewldanên temamkirina aliyê mirovî yê girêdayî dosyaya dîlgirtî û windayan jî dewam dikin.

Xelîl da zanîn ku biryare îro êvarî koma nû ya dîlgirtiyan bighêje bajarê Hesekê û destnîşan kir ku aliyên têkildarî dê ji Efrînê biçin Hesekê da ku çavdêriyê li pêşwazîkirina koma nû ya dîlgirtiyan bike.

Xelîl diyar kir ku xebatên pêkanîna bendên peymanê, çareserkirina dosyayên asêmayî, di serî de dosyaya dîlgirtî û vegera koçberan, her wiha misogerkirina vegerandina mafan li xwediyên wan, di asta bilind de dewam dikin.

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymanê de, berbanga îro koma yekemîn a koçberên ji Efrînê ku ji 400 malbatî pêk dihat, gihaşt Efrînê.

(bb)