Îran: Ger Amerîka êriş bike, wê bersiveke xurt bibîne

Îranê ragihand ku ger Amerîka êriş bike wê beriseke xurt bibîne û got ew amade ye diyalogê li ser bingeha rêzgirtina dualî bike.

Îran: Ger Amerîka êriş bike, wê bersiveke xurt bibîne
28 ÇILE, 2026   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Îranê li Neteweyên Yekbûyî (NY) îro ragihand ku ger Amerîkayê êriş kir dê bersiva Tehranê "ne wek her car" be. Piştî serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump hişyarî da ku "dem ji bo vî welatî diqede" Tehranê ev bersiv da.

Nûnertiyê di peyama xwe ya li ser Xˊê de diyar kir ku "Îran amade ye diyaloga li ser bingeha rêzgirtinê û berjewendiyên dualî bike, lê êriş li dijî wî pêk hatin, ew ê parastina xwe bike û bersiveke xurt bide."

(fr)