Hunermend Jale Sineyî: JI bo Rojava vegeriyam Başûr

Hunermend Jale Sineyî da zanîn ku vegera wê ya ji Başûrê Kurdistanê, tenê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ye û got; “Em dixwazin biçin cem gel û serdana ragihandinê bikin, gelê xwe teşwîq bikin û ji Rojava re bêjin ku em hemû bi we re ne.”

Hunermend Jale Sineyî: JI bo Rojava vegeriyam Başûr
28 ÇILE, 2026   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de ku ji aliyê komên çeteyên Colanî, DAIŞ û dewleta Tirk ve rastî êrîşan tê, hinek ji hunermendan ji derveyî welat vegeriyane Başûrê Kurdistanê û li kêleka gel beşdarî çalakiyan dibin. Yek ji wan hunermendan, hunermend Jale Sineyê ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û ji Rojnews’ê re axivî.

Hunermend Jale Sineyî got; “Vegera me ji derveyî welat bo Başûrê Kurdistanê tenê ji bo piştgiriya berxwedana li Rojavayê Kurdistanê ye. Em dixwazin nîşan bidin ku gelê Kurd 70 milyone û dagirker nikarin wan ji holê rakin.

Dewleta Tirk her tim hewl daye ku rê li ber çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd bigire. Dewleta Tirk dixwaze Peymana Lozanê dubare bike. Ji niha û pê ve divê siyasetmedarên Kurd bi aqilmendî tevbigerin û li gorî berjewendiya gelê Kurd tevbigerin û pêşî li vê komkujiya gelê me bigirin.”

Têkildarî armanca vegera xwe bo Başûrê Kurdistanê û tişta dixwaze bike bi van gotinan îfade kir; “Di dema ku em li vir bin de, em dixwazin serdana saziyên medyayê û gelê xwe bikin, beşdarî xwepêşandanan bibin, gelê xwe teşwîq bikin û ji Rojava re bêjin ku em hemû bi we re ne.

Heta niha jî, eger ez berhemeke hunerî çêbikim ku ji bo yekîtiya gelê Kurd û piştgirîya Rojava Kurdistanê be. Di dawiyê de ez bang gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dikim ku derkevin kolanan û wê bihejînin.”