Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan a Kobanê li ber girtinê ye

Di gel dorpêça giran û êrişên berdewam ên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û DAIŞˊê de, bajarê Kobanê û gundewarê wê di rewşeke mirovî ya karesat de ye. Li bajêr, kehrebe, av, peywendî nîn in, derman û sotemenî li ber xelasbûnê ne. Nexweşxaneya Şûştûna Gurçikan rûbirûyî xeteriya girtinê ye.

Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan a Kobanê li ber girtinê ye
28 ÇILE, 2026   18:56
KOBANÊ

Kamereya ajansa me derbasî Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan a bajarê Kobanê ya kantona Firatê bû, zehmetiyên ku nexweş û karker dikişînin şopandin. 

Nêzî hefteyekê ye, bajarê Kobanê û gundewarên wê ji hêla çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê ve bi hemû cureyên çekên giran, topavêj, tank û dronan tên hedefgirtin. Bi wê re kehrebe, av û înternat qut bû, dorpêçeke giran li ser bajêr hat ferzkirin. Wê jî rewşa mirovî, bi taybet li kêlek koçberiya ji bajarên Tebqa, Reqa, Kampa Girê Spî û gunewarê Kobanê, ber bi Kobanê ve, girantir kir.

Rewşa tenduristiyê li hundirê bajêr her ku diçe xirabtir dibe, ji ber ku derman li nexweşxane, dermanxane û navendên tenduristiyê gelekî kêm bûne, di heman demê de Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan jî li ber girtinê ye, 30 nexweşên gurçikan rûbirûyî xeteriyê ne.

Rêveberê beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Miştenûr Mihemed Osman, ji ajansa me re zehmetiyên nexweşan şîrove kirin.

Osman got: "Em ê di rojên pêş de piştî ku derman nemînin Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan bigirin. Niha ji ber qutbûna kehrebê, em jenetoran pê dixin. Lê mazotê jî li ber xelasbûnê ye."

Osman bang li rêxistinên mirovî û welatên Ewropî kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku dorpêça li ser bajarê Kobanê were rakirin û êrişan rawestînin, ji bo sivîl û nexweşên ku bi mirinê re rû bi rû ne werin rizgarkirin.

(ac/fr)

ANHA