Îman Zehran: Armanca tevgerên Îsraîlê bingehên şer werin guhartin

Lêkolîner Îman Zehran destnîşan kir ku Îsraîl dixwaze bingehên şer û pevçûnê li Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê biguherîne û got, pêvajoya şerê li herêmê bersivdana Îran û hêzên alîgirên wê der barê siûqastkirinên fermandarên wê ye.

Îman Zehran: Armanca tevgerên Îsraîlê bingehên şer werin guhartin
11 ÇILE, 2024   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de derbasî meha 4'emîn bû, hemwextî wê tirsa berfirehbûna şer zêde dibe ku şer bandorê li rewşa Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê dike.

Der barê qonaxê hey ya şer û îhtîmalên  ku berfireh bibe de  lêkolînera têkiliyên navneteweyî û ewlekariya herêmî profesor Îman Zehran destnîşan kir ku gelek bûyerên heyî dihêlin şer berfirehtir bibe ku ev jî armanca Hemasê bû ya bi navê yekitiya qadan.

Îman Zehran ji ajansa me re wiha got: "Tevgerên meydanî û leşkerî hemwextî tevgera Hizbullah a başûrê Lubnanê derketin, her wiha komên çekdar ên girêdayî Îranê jî li Sûriye û Iraqê li dijî baregehên leşkerî yên biyanî di serî de yên Amerîkayê êriş pêk anîn."

Îman  Zehran  da zanîn ku tevgerên Hûsiyan ên li Deryayê Sor û êrişên wan li dijî keştiyên Îsraîlê di çarçoveya piştgiriya ji bo Hemasê de têne kirin û got, dibe ku ev êriş rageşiya li herêmê zêde bikin.

Lêkolîner Îman Zehran diyar kir ku tevgerên Îsraîlê yên li gelek dewletan û hedefkirina fermandarên Hemas, Hizbullah û Pasdarên Îranê rewş aloztir kir û wiha domand: "Ev hemû nîşan didin ku bingehên şer hatine têkbirin, ev jî têgeheke ku ji aliyê Hizbullah û hevkarên wê ve tê bikaranîn ku qaşo wan ew têgeh li Îsraîlê ferz kiriye."

Îman diyar kir ku rewşa niha şertgirî çawaniya bersivdanê ye; çi ji aliyê Îranê û hêzên alîgirên wê ve, her wiha bandorên piştî bersivdana li ser tevgerên siûqatkirinê Îsraîlê. Îman wiha pê de çû: "Ev yek derfetên firehkirina eniyên şer û tevliheviya li Rojhilata Navîn ji Xeza, Sûriye û başûrê Lubnanê bigire heta bi herêma Deryaya Sor zêde dike"

Îman aşkera Îran û Amerîka îdia dikin ku ew naxwazin şerekî rasterast di navbera Tehran û Til Avîvê de rû bide, der barê wê de Îman El Zehran got: "Daxwaz heye ku ji nû ve li dem û nexşeya şer berçav bê girtin. Nexasim ku dosyayên têkildarî şerê li Xezayê hene; wek tirsa Amerîkayê ji berdewambûna aloziyê li Deryayê Sor û di encamê de paşketina tevgera bazirganiya cîhanê bi taybetî piştî ku aboriya pergala navneteweyî bi giştî paş ket."

Di dawiya axaftina xwe de Îman El Zehran wiha got: "Têkildarî Îran jî, tevî ku Îran bi awayekî ne rasterast destekê dide komên girêdayî xwe di şerê li dijî Îsraîlê de, lê dîsa jî hin dosya asteng mane wek domandina dan û standinên nukleerî yên Îranê û dosyaya cezayên aborî."

 (mh)

ANHA