Malbenda Heleb a Rewşenbîrî rûniştina yekemîn a rexneyî li dar xist

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî rûniştina rexneyî û îmzekirina pirtûka ˊBirayê Janêˊ ya nivîskar û çîroknivîs Leyla Xalid li dar xist. Armanca pirtûkê belgekirina hin çîrokên berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ye.

10 ÇILE, 2024   19:31
HELEB
MIHEMED EBDO

Bi armanca pêşxistina asta fikrî ya xwendekar û nivîskaran û xebitîna li ser teşwîqkirina beşên wêjevanên li Helebê ku encamên salên dawîn ên krîza Sûriyeyê belge bikin Malbenda Heleb a Rewşenbîrî rûniştina rexneyî ya pirtûka ˊBirayê Janêˊ li dar xist.

ˊBirayê Janêˊ pirtûka nivîskar û çîroknivîs Leyla Xalid e, tê de çîrokên realîst ji malzaroka şoreşê hene. Di 22.10.2023ˊyan de li Weşanxaneya Şilêr hate çapkirin û cara yekemîn di Pêşangeha 6ˊan a Şehîd Herekol de weke berhema yekemîn a Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ye hate pêşkêşkirin.

Civîna li navenda malbendê bi beşdariya girseyî ya endamên malbendê, nûnerên ji partiyên siyasî, rêxistinên jin û sivîlû nûnerên ji Meclisa Giştî ya her du taxan, rewşenbîr, nivîskar û xwîneran hate lidarxistin.

Mihemed Elî dest bi rûniştinê kir û der barê xalên rexnegiriya wêjeyî ku di demên pêş de derbas bin nîqaş kir û wiha ne:

Di hin bendên pirtûkê de çîrok û roman werin tevlihevkirin.

Divê control li bûyera çîrokê were kirin.

Divê kesayetên pirtûkê di navbera heyecan, pirsgirêk, sar û statîk de bin.

Divê bêyî bibîrxistina pêdiviyên şer ji çekan û hwd li ser şer û aloziyan were axaftin.

ˊRUHÊ JINÊˊ

Akademîsyena wêjeya erebî Hêvîn Henan diyar kir ku tiştê herî balkêş di pirtûkê de ruhê jinê serwer e, li kêlek wê jî nivîskar qirêjiya şer tevî êşên wê veguherandiye aliyê wêjeyî.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê û beşdara di Berxwedana Şêxmeqsûd de Gulan Efrîn diyar kir ku di pirtûkê de jina berxwedêr a xwedî îradeya xurt ku teslîmkariyê qebûl nake serwer e, her wiha bal kişand ser pêwîstiya temamkirina belgekirina berxwedana jina azad ku ji taxên Şêxmeqsûdê dest pê kiriye û di wê yekê de xwe bispêrin têkoşer Şîlan Kobanî û hevrêyên wê.

ˊVEGUHASTINA RASTÎN A BERXWEDANÊˊ

Di rûniştinê de yek ji çalakvanên siyasî yên Amazigh Ebdulelî Behiye bi rêya vîdyoyê beşdar bû û destnîşan kir ku di pirtûkê de berxwedana Şêxmeqsûd bi awayekî rastîn ku dihêle xwîner wê berxwedanê baş nas bike, hatiye behskirin.

Nivîskar Hêmin Kurdaxî yê ku li derve dimîne bi rêya vîdyoyê destnîşan kir ku berhema wêjeyî xwedî wateyeke mecazî ya balkêş bû û got: "Pirtûkê bûyer bi awayekî xurt û xweş veguhastin û ev jî xaleke erênî ye."

Piştî wê, nivîskar Leyla Xalid spasiya beşdaran kir û îsrara xwe ya domandina nivîsandinê û veguhastina rewşa gel û berxwedana wî bi awayekî rastîn anî ziman.

Di dawiyê de nivîskar Leyla Xalid ji aliyê Nivîsgeha Jinan a Saziyên Civaka Sivîl ve hat xelatkirin û pirtûka wê "Birayê Janê" hat îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.

(mh)