Wateya lihevkirina di navbera Etiyopya û Somalîland de çi ye?

Etyopya û herêma Somalîland ji bo avakirina benderek û baregeheke leşkerî li Deryaya Sor lihevkirinek îmze kir. Lê ev lihevkirin, ji aliyê navneteweyî ve hate redkirin. Gelo lihevkirin çi ye û bandora wê li ser rewşa parzemîna Afrîkayê çi ye?

Wateya lihevkirina di navbera Etiyopya û Somalîland de çi ye?
11 ÇILE, 2024   05:42
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

1`ê Çileyê serokwezîrê Etiyopyayê Abî Ehmed bi serokê Somalîlandê Mûsa Bîcî Ebdî re lihevkirinek îmze kir. Ev lihevkirin derfetê dide Etiyopyayê ku heta 50 salan sûdê ji bendera Berbara û baregeheke leşkerî yên li Deryaya Sor bigire. Li beramber wê, Adîs Ababa bi awayekî fermî bi serxwebûna Komara Somalîlandê îtîraf dike.

Li gorî lihevkirinê, wê Etiyopya dergehekî deryayî li Deryaya Sor bi dest bixe. Dê bibe dewleta yekemîn ku serxwebûna Somalîlandê nas dike.

Piştî lihevkirinê, hikumeta Somaliyê hempîşeya xwe ya Etiyopyayê bi binpêkirina serdestî û yekitiya welêt tawanbar kir û gazî balyozê xwe yê li Adîs Ababayê kir.

Dewlet û rêxistinên navneteweyî, lihevkirin rexne kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) destnîşan kir ku divê rêz ji serdestiya Somalî û yekitiya wê re bê girtin. Yekitiya Ewropayê (YE) jî diyar kir ku rêzgirtina serdestiya Somaliyê kilîta aştiyê ya li Afrîkayê ye.

Yekitiya Afrîkayê jî banga aramiyê û rêzgirtinê kir, Misir, Tirkiye û Kenyayê daxuyanî dan û hişyarî dan ku gava Etiyopyayê, xeternak e.

Li gorî çavdêran, lihevkirina nû nakokiya li Afrîkayê û Rojhilata Navîn zêde dike.

Pisporê kar û barên Afrîkayê Dr. Hemdî Ebdurehman lihevkirin bi erdhejeke jeopolîtîk li Afrîkayê wesifand ku ji nexşeya hêzên herêmî li vê herêmê û Deryaya Sor ji nû ve xêz dike.

Ebdurehman wiha domand: "Li gorî lihevkirinê, Etiyopya wê bibe hêzeke deryayî ku bikare bigihêje Kendava Edenê û herêma Deryaya Sor. Yanî wê bandor li Meclisa Dewletên Ereban û Afrîkayê ya dewletên Deryaya Sor a ji 8 dewletan pêk tê, di nav de Siûdiye, Urdun, Yemen û Somalî heye, bike."

Li gorî Ebdurehman, lihevkirin bandor li têkiliya di bingehê de nakok di navbera Etiyopya û gelek dewletên herêmê de bike bi taybet Somalî ku qanûnek derxist û li gor wê nabe beşek ji axa Somalî bê radestkirin û lihevkirin betal e.

Ebdurehman di wê baweriyê de ye, li gel ku civata navneteweyî û Yekitiya Afrîkayê yekitî û serdestiya Somalî qebûl dike gava Etiyopyayê avêtiye wê rewşa aloz li herêmê zêdetir bike nemaze ku Adîs Ababa li gor lihevkirinê, dê bibe dewleta yekemîn ku serxwebûna Komara Somalîlandê nas dike.

Ebdurehman wiha domand: "Wê lihevkirin hevsengiya di navbera Somalî û Erîtrayê de xirab bike, nemaze alozî di navbera herêma Emhera û Ewromya yên Etiyopyayê de heye.”

Bi nêrîna Ebdurehman lihevkirin aloziyeke stratejîk li herêmê çêkir bi taybet nakokî di navbera Misir û Etiyopyayê de piştî rawestîna dan û standinên bendava Nehdayê.

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA LIHEVKIRINÊ

Pirsporê kar û barên Afrîkayê Dr. Hemdî Ebdurehman got: "Astengiyên mezin li pêşiya lihevkirinê hene, nemaze ku li Komara Somalîlandê nakokiyên mezin ên hundirîn ji dawiya 2022`yan ve hene. Qebîleya ku li herêma Som dijî, dixwaze rêveberiyeke xweser ava bike ku girêdayî Meqadîşoyê be û desthilata Somalîland red dike. Ev jî nakokiya li wir zêde dike."

Ebdurehman wiha pê de çû: "Li hember serokatiya Mûsa Bîbî Ebdî ya Somalîland, nerazîbûn heye. Ji ber wê Ebdî dibîne ku lihevkirin, hêza wî ya danûstandinê li hember hevrikên wî zêde dike."

Di dawiyê de Ebdurehman got: "Pirsgirêka mezin a lihevkirinê, naskirina Adîs Ababayê ya serxwebûna Somalîlandê ye. Ji ber wê aloziyek li herêmê çêbû ku tu alî naxwaze çêbe. Rê li pêşiya tevgerên terorîst vedike û hewldanên têkoşîna li dijî terorê li Afrîkayê, Kendava Edenê vedike. Ji lew re rojava lihevkirinê red dike."

(şx)

ANHA