IAEA: Zirarên nû li tesîsa nukleerî ya Natanzê hatin tesbîtkirin

Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku piştî êrişên hewayî yên Îsraîl û Amerîkayê, zirareke nû li deriyê tesîsa nukleerî ya Natanzê ya Îranê tespît kiriye.

IAEA: Zirarên nû li tesîsa nukleerî ya Natanzê hatin tesbîtkirin
3 adar, 2026   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrişên hewayî yên Îsraîl û Amerîkayê, zirarên nû li avahiyên li deriyê tesîsa dewlemendkirina sotemeniya nukleerî ya bin erdê ya Natanzê ya Îranê tespît bûne.

Ajansê da zanîn ku tu bandoreke radyoaktîf nehatin tesbîtkirin.

Tesîsa navborî di şerê Hezîrana 2025'an de zirareke mezin dîtibû.

(bb)