Îranê deriyên xwe yên sinorî ji bo bazirganiyê girtin

Hikûmeta Îranê hinardekirina hemû cûre berhemekî xurakê û çandiniyê ji bo dervey Îranê qedexe kir. Ji bilî deriyê sinorî yê Başmax, hemû deriyên xwe yên din yên sinorî ji bo bazirganiyê girt.

Îranê deriyên xwe yên sinorî ji bo bazirganiyê girtin
3 adar, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeyên medyaya Îranê, îro hikûmeta Îranê bi fermî hinardekirina hemû cûre berhemekî xurak û çandiniyê ji bo dervey Îranê qedexe kir.

Di nûçeyan de hatiye diyarkirin ku armanca vê biryarê ewe ku pêdawîstiyên sereke yên xelkê Îranê li nava bazara navxwe de peyda bibine ye.

Li aliyê din li gor agahiyan, ji bilî deriyê sinorî yê Başmax, Îranê tevayî deriyên xwe yên sinorî ji bo bazirganiyê girt.

Her wiha li deriyê Başmax jî tevgera bazirganiyê ji sedî 50 kêm bûye, tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de ev derî jî bi temamî bê girtin.