Hûsî: Em ê êrişên xwe yên li Deryaya Sor ranewestînin

Koma Ensarullah ya Hûsiyan ragihand ku ew êrişên xwe yên li Deryaya Sor ranewestînin, ruxmî ku DYA`yê hevalbendiyeke navneteweyî li dijî wan ava kiriye.

Hûsî: Em ê êrişên xwe yên li Deryaya Sor ranewestînin
19 kanûn, 2023   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Koma Ensarullah a Hûsiyan Mihemed El Bexîtî li ser malpera X’ê wiha nivisî: "Heta ku Amerîka bi ser ket cîhanê tev kom bike, operasyonên me yên leşkerî ranewestîn."

El Bexîtî gef xwar ku êrişan zêde bikin û got: "Operasyonên Yemenê li deryayê, ji bo piştgiriya gelê Filistînê li hember êrişan û dorpêça li ser Xezayê ye."

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihandibû ku li hember êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyan li Deryaya Sor, hevalbendiyeke navneteweyî ku ji 10 dewleta pêk tê, hatiye avakirin.

(şx)