PYD`ê li Eyn Îsayê panelek li dar xist

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa tev li panela PYD`yê ya Eyn Îsayê bû û got xwedîderketina gel a li projeya neteweya demokratîk, dê aloziyan û nakokiyan bi dawî bike.

PYD`ê li Eyn Îsayê panelek li dar xist
19 kanûn, 2023   15:51
EYN ÎSA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî têgeha neteweya demokratîk û rêbazên çareserkirina aloziyên li herêmê panelek li navçeya Eyn Îsayê li dar xist. Bi dehan endamên partiyê, rûspî û şênî beşdar

bûn. 

Di panelê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê şaxê kantona Firatê Bekir Hec Îsa rewşa siyasî, encamên gurbûna aloziyan li ser gelê Sûriyeyê, êrişên dewleta Tirk, şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de nirxandin.

Hec Îsa destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan pêşbîn kir ku ev alozî rû bidin, ji ber ku pergalên serdest dev ji hegemonyaya xwe ya li ser gelan berneda û şer afirandin.

Hec Îsa wiha domand: "Ji ber wê, fikra neteweya demokratîk, felsefeya jiyana hevbeş a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, çareseriya yekane ya tevahiya dozên girêk e û rêya xilasiya ji hegemonyayê û zordestiyê ye.”

Hec Îsa bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de û got delîleke diyar e ku alozî berfireh bûne û tenê gel berdêla wê dide û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bêyî çareserkirina doza Filistîn û gelê Kurd mîna ku Rêber Abdullah Ocalan şîrove kiriye, çareserî li herêmê pêk nayê."

Hec Îsa îşaret bi aloziya ku hêzên hegemonîk ên li cîhanê dijîn û diyar kir ku di encamê de aloziyan derdixin ji bo ku gelan pê mijul bikin û li ser hesabê sivîlan berjewendiyên xwe pêk bînin.

Hec Îsa destnîşan kir ku xwedîderketina li Rêveberiya Xweser, rêya xilasiyê ji aloziyan e û çareserkirina pirgirêkên li cîhanê ye.

Di panelê de nîqaş li ser neteweya demokratîk, rêbazên jiyana hevbeş, erêkirina hevpeymana civakî û gelek mijarên din ên ji bo gelê herêmê girîng in, hatin nîqaşkirin.

(şx)

ANHA