Li Kobanê şebeyeke diziyê hate têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê şebeyeke dizan ku ji 8 kesan pêk tê, girt.

Li Kobanê şebeyeke diziyê hate têkbirin
19 kanûn, 2023   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku bi koordîneya Dozgeriya Giştî şebeyeke dizan li Kobanê girtiye ku ji 8 kesan pêk tê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî wergirtina agahiyan ku kesên gumanên diziyê li ser wan hene, dest bi lêkolîn û lêgerînê kirine û bi koordîneya li gel Dozgeriya Giştî bi ser mala kesekî gumanbar de girtine û ew destgîr kirine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kesê destgîrkirî li xwe mikur hatiye ku 7 kesên din pê re diziyê dikin û hate gotin: "Li ser vê hêzên me cihên wan diyar kirin û ew girtin.”

Li gorî daxuyaniyê tiştên ku li gel kesên destgîrkirî hatine desteserkirin, ev in:

2 laptop, 3 telefonên destan, 2 ekranên televîzyonê, 2 çenteyên laptopê, demançeyek, 7 tûpên gazê, 2 tûpên gazê yên rêwîtiyê û gelek kel û pelên din.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me wan tevî tiştên ku hatine desteserkirin, ji Dozgeriya Giştî re şandin da ku rê û rêbazên qanûnî yên der barê wan de temam bibin. Hêzên me ji bo kêmkirina kiryarên diziyê û girtina her kesê ku hewla dizîna mal û milkên xelkê dike, bi berdewamî dixebitin.”