Hunermendên Reqayê êrişên li ser nobedaran şermezar dikin

Hunermendên kantona Reqayê êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nobedarên li bendava Tişrînê ku di encamê de 6 sivîl tevî şanoger Cûma Xelîl (Bavê Teyar) şehîd bûn, şermezar kirin.

Hunermendên Reqayê êrişên li ser nobedaran şermezar dikin
20 ÇILE, 2025   14:58
REQA

Hunermendên kantona Reqayê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Ebdulqadir El Ebûd ve û bi amadebûna rewşenbîr û hunermendên bajarê Reqayê hate xwendin, bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser sivîlên li bendava Tişrînê şermezar kir.

Di daxuyniyê de hate gotin ku berdewamiya êrişên dewleta Tirk û çeteyên ku rasterast sivîlan dike armanc, tawanên şer in ku divê rawestin û ji ber sûcên ku kirine ji Tirkiye û çeteyên wê hesab bê pirsîn.

Di daxuyaniyê de berxwedana çalakvanên li bendava Tişrînê hate silavkirin û hate destnîşankirin ku berdewamiya berxwedanê dilsozî û biryardariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide nîşan, her wiha nîşan dide ku ew êrişên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê napejirînin.

Di daxuyaniyê de fedakariya mezin a QSD û YPJ’ê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin silavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya Sûriyeyê û Kurdistanê hat kirin ku bi lezgînî tev bigerin û fişarê li civaka navdewletî bikin da ku sûcê û tewanên şer ên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê rawestînin.

(k)