Li Amûdê meşa li dijî êrişên li ser Bendava Tişrînê

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û hedefkirina nobedarên bendavê li Amûdê hatin şermezarkirin.

20 ÇILE, 2025   15:27
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û hedefkirina nobedarên bendavê, bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Amûdê û koçberên Efrînê yên li Amûdê, meşek li dar xist.

Girse ji Qada Jina Azad ber bi Qada Şehîd Cîhad ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana QSDˈê", "Şehîd namirin" û "Na ji dagirkeriya Tirk re" hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Cîhad sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mura Zoro axivî. Murayê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nobedarên bendavê şermezar kirin.

Murayê di dewama axaftina xwe de bang li pêkhateyên herêmê kir ku ji bo parastinê biçin bendavê.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA