Malbatên şehîdan piştgirî da QSD’ê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da.

Malbatên şehîdan piştgirî da QSD’ê
20 ÇILE, 2025   14:53
KOBANÊ

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Kobanê hatin gel hev û bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emel Behadîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana QSDˈê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat silavkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine. Hêza me QSD jî li hemberî van êrişan serkeftinên dîrokî û destan nivîsandin. Em wek malbatên şehîdan ên kontona Firatê ji bo paristina destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, tekez dikin ku em li pişta hêza xwe ya QSDˈê ne û li kêleka wan in."

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên nîştîmanî û demokratîk hat kirin ku li hemberî êrişan bibin yek û piştgiriya QSD bikin û hate diyarkirin: "QSD dê her tim mertala parastina gelê herêmê be.”

(sş/bb)

ANHA