Dayika 4 şehîdan Zerge Cinêd wefat kir

Vê sibê dayika 4 şehîdan Zerge Cinêd çû ser dilovaniya xwe. Beriya vê bi 2 rojan kurê wê yê mezin wefat kiribû.

Dayika 4 şehîdan Zerge Cinêd wefat kir
21 tebax 2024   11:33
KOBANÊ

Zerga Cinêd (75) ku dayika 4 şehîdan bû, li gundê Berxbetan ê Kobanê çû ser dilovaniya xwe.

Beriya wê bi 2 rojan, kurê wê yê mezin Ebdulqadir Behaûdîn wefat kiribû.

Zerge Cinêd li Kobanê tê naskirin. Dayika şervanê tevgera rizgarkirina Kurdistanê Osman Behaûdîn ku li Rûbarokê sala 1992`yan şehîd bûye, Mistefa, Helîme û Kîfah Behaûdîn e ku di komkujiya Berxbetanê de bi destê çeteyên DAIŞ`ê sala 2015`an şehîd bûne. Dapîra şehîd Jiyana Behaûdîn û Aras Cinêd e ku şervanên YPG`ê bûn.

Zerge şahida komkujiya Berxbetan bû ku DAIŞ`ê Hezîrana 2015`an kiriye û di encamê de 28 kes şehîd bûn. Wêneya wê ya demê hatiye kişandin dema çek rakiriye, bû sembola berxwedana jinên Kurd a li dijî DAIŞ`ê.

(şx)

ANHA