Hizbullah bersiva pêşîn a Îsraîlê da

Hizbullahê bi zêdetirî 100 moşekan baregehên leşkerî yên Îsraîlê kirin hedef. Îsraîlê jî ragihand ku li nêzî 290 hedefên Hizbullahê xistiye.

Hizbullah bersiva pêşîn a Îsraîlê da
22 îlon, 2024   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullah bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bi zêdetirî 10 moşekan cihên pîşesaziya leşkerî yên şirketeke îsraîlî yên li bakurê bajarê Heyfayê xisitine. Hizbullah ev êriş wekî "bersiva pêşîn" a li dijî teqandina cîhazên banglêkirinê destnîşan kir.

Di daxuyaniya Hizbullah de hate gotin: "Di bersiva ewilîn a li hemberî komkujiya wehşî de ku Îsraîlê ya dijmin rojên sêşem û çarşemê li deverên cuda yên Lubnanê pêk anîbûn (komkujiya pager û bêtêlan", Muqawema El Îslamiya li nuqteyên pîşesaziyên çekdarî yên şirketa Rafaîl ya alavên eleketronîk a li herêma Zofolon a li bakurê bajarê Heyfayê da. Ev nuqte bi dehan moşekên Fadî 1, Fadî 2 û katyuşayê hatin hedefkirin."

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê piştrast kir ku vê sibehê piştî êrişên wê yên hewayî yên dijwar ên li dijî hedefên Hizbullahê, zêdetirî 100 moşek ji aliyê Lubnanê ve hatine avêtin. Artêşê diyar kir ku ekîpên agirkujiyê şewata ji ber topbaranê derketiye vedimirînin.

Beşa Rewşên Tibî yên Awarte ya Îsraîlê li ser encama êrişa li balafirgeha Ramat Devid jî da zanîn ku ji ber ketina moşeka hatî astengkirin mêrek bi sivikî birîndar bûye. Her wiha diyar kir ku cara yekemîn e moşekên bi tîpên Fadî 1 û Fadî 2 tên bikranîn û cara yekemîn e baregeh û balafirgeh tên hedefkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku duh li nêzî 290 hedefên Hizbullah ên li başûrê Lubnanê xistiye û da zanîn ku dikên avêtina moşkan û binesaziyên Hizbullahê hatine hedefkirin.

(bb)