Kaneke kumirê teqiya: 30 kes mirin

Rêxistina Alîkariyê ya Îranê ragihand şeva borî li başûrê parêzgeha Xoresanê ji ber teqîna di kaneke kumirê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.

Kaneke kumirê teqiya: 30 kes mirin
22 îlon, 2024   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Alîkariyê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, şeva borî li parêzgeha Xoresanê ya dikeve başûrê Îranê, di kaneke kumirê de teqîn çêbûye. Di encama teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê piştî bûyerê gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêgerînê kirine.