Hejmara kuştiyên êrişa li başûrê Beyrûtê bû 45

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê bû 45.

Hejmara kuştiyên êrişa li başûrê Beyrûtê bû 45
22 îlon, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku hejmara kuştiyên êrişa Îsraîlê ya roja Înê ya li ser li ser taxên başûrê Beyrûtê bû 45.

Wezaretê diyar kir ku aliyên têkildarî ji bo naskirina kuştiyan dest bi lêkolînê kiriye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras  El Ebyed duh (21 Îlon) ragihandibû ku di encama êrişa Îsraîlê ya li başûrê Beyrûtê de heya niha 31 kes hatine kuştin.

Hate zanîn ku aliyên têkildar li herêma Camûsê ya başûrê Beyrûtê xebatên rakirina kavilan didomînin.

Artêşa Îsraîlê roja Înê (20 Îlon) li herêma Camûsê civîna fermandarên Hizbullah bombebaran kiribû. Di encamê de fermandarên payebilind ên Hizbullah bi navê Îbrahîm Eqîl û Ehmed Wehbî jî di nav de 16 endamên Hizbullah û hejmarek mezin a sivîlan hatin kuştin.

(bb)