Hinardekirina petrola Başûr rawestandin

Hat ragihandin ku hinardekirina petrola Başûrê Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê dihate şandin, bi temamî hate sekinandin.

Hinardekirina petrola Başûr rawestandin
3 adar, 2026   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ji Kompanyaya Neftê ya Bakur ji bo medyaya navxwe ragihand ku bi biryara kompanyayan niha petrola Başûrê Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê dihate şandin, hatiye sekinandin.

Bi destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê ya di navbera 200 heta 250 hezar varêl a di rojekê de bi qasî 100 hezar varêl kêm kiriye.

Piştî belavbûna êrişan îro temamî hinardekirina neftê hatiye sekinandin.

Çavkaniyê aşkera kir ku sedema neşandinê jî kêmkirina ziyanekê ye ku di her rewşeke êrişan a li ser bîrên petrole û boriyan de ye. Eger di dema karkirinê de êrişek bibe wê ziyana wê bêhtir be ku kar neke.