Balafirên Amerîka û Îsraîlê gelek navendên ewlehiyê yên Îranê bombebaran kirin

Ji saetên sibehê ve balafirên Amerîka û Îsraîlê bi dijwarî hemû navend û baregehên ewlekariyê yên rejîma Îranê ya li navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike.

Balafirên Amerîka û Îsraîlê gelek navendên ewlehiyê yên Îranê bombebaran kirin
3 adar, 2026   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş û bombebarana balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dewam dike. Di van êrişan de navend û baregehên hêzên rejîmê di hedefe de ne.

Li gorî agahiyên Rojnewsê, balafirên Amerîka û Îsraîlê baregeha Supayê Pasdaran ya li Pawe, baregeha Basîc ya li Mihabad, baregeha Spayê Pasdaran ya li navenden û derveyî Urmiyê, avahiyên Îtilaatê ya li Sine û gelek navendên din bombebaran kirine.

Ji ber êrişên dijwar encamên van êrişan nehatiye belavkirin. Qala kuştina bi dehan leşkerên Îranê tê kirin.

Di van kêliyan de jî li esmanê bajarê Silêmaniyê ku bi Rojhilatê Kurdistanê re bi sînore dizivirin.