Wezareta Tenduristiyê zêdetirî 100 bijîşkên Laziqiyê ji kar derxistin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê zêdetirî 100 bijîşk ji nexweşxane û navendên tibî bi dûrxistin.

Wezareta Tenduristiyê zêdetirî 100 bijîşkên Laziqiyê ji kar derxistin
3 adar, 2026   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî bi biryarekê zêdetirî 100 bijîşkên ku li nexweşxane û navendên bijîşkî yên hikûmetê yên li Laziqiye û gundewarê wê dixebitin ji kar bi dûrxistin. Vê biryarê hişt metirsî li ser rewşa tenduristiyê ya li parêzgehê çêbin.

SOHRˊê diyar kir ku biriyarên bijîşkên pispor û niştecîh, karmendên bijîşkî yên ku di beşên krîtîk de dixebitin û 11 karmendên ku li nexweşxane û navendan jî dihewîne. SOHRˊ destnîşan kir ku piraniya kesên ku ji kar hatine avêtin Elewî ne û tu zelalbûneke fermî der barê avêtina ji kar de nehatin dayîn.

Li gorî SOHRˊê, hin bijîşk hatin agahdarkirin ku xizmetên wan bi dawî bûne û hina jî serî li rêveberiyê dane û tu bersivên zelal nestandine.

Ev biryar di demekê de tê ku beşa tenduristiyê ji kêmasiyeke giran a karmend û amûran, ji bilî şert û mercên dijwar ên jiyanê û aborî, êş dikişîne.

(ac/fr)

ANHA