Li Dêrazorê 227 kes bi jehrî ketin

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrazorê diyar kir ku 227 kes ji xwarinê bi jehrî ketin.

Li Dêrazorê 227 kes bi jehrî ketin
1 mijdar, 2026   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Gerînendetiya Tenduristiyê li bajarê Dêrazorê 227 kes bi xwarinê jehrî ketin.

Li gorî agahiyên ku ajansa Sana dane, Gerînendeyê Tenduristiyê yê Dêrazorê Nesir El Xelef da zanîn ku rewşên ku derketin di navbera navîn û sivik de ye, kesên ku bi jehriyê ketine sewqî nexweşxaneyên Dêrazorê ya Wetenî û ya Şehîd Ehmed Taha El Hiwêydî hatine kirin

Duh (31 Cotmeh) li Dêrazorê piştî xwarin ji 2 xwaringehên li bajêr 160 kes bi jehrî ketin, piştre bîlanço bp 227 kes.

(sb)