YRA`yê  Roja Çapemeniya Suryanî pîroz kir

Yekîtiya Ragihandina Azad salvegera (YRA) salvegera 177emîn a Roja Rojnamegeriya Suryanî li rojnamevanên Suryanî pîroz kir û diyar kir ku azadiya rojnamegeriyê kevirê bingehîn ê avakirina civakek demokratîk e.

YRA`yê  Roja Çapemeniya Suryanî pîroz kir
1 mijdar, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

YRA`yê  îro, bi boneya salvegera 177emîn a Roja Rojnamegeriya Suryanî daxuyaniyek weşan û pîrozbahî li tevahiya gelê Suryanî û bi taybetî li rojnamevan û saziyên medyayê kir.

Berî 177 salan hijmara yekem ya rojnameya Zahrira DêBahra (Tîrêjên Ronahiyê) ya Sûryanî derket û roj bûye roja Rojnamegeriya Sûryanî.

YRA`yê di daxuyaniya xwe de pêşengên rojnamegeriya Suryanî û şehîdên medyaya azad bi bîr anîn û hewildan û qurbaniyên wan di lêgerîna azadiya ramanê de dilav kir.

Her wiha bal kişand ser rola niha ya rojnamevanên Suryanî di ragihandina rastiyê, parastina azadiya ramanê, pêşvebirina çanda pirrengiyê û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û biratiyê di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de

YRA`ê di dawiya daxuyaniya xwe de  piştgiriya xwe ya berdewam ji bo erkê medyaya azad û berpirsiyar bi nîşan da û da zanîn ku azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê avakirina civakek demokratîk û piralî ye.

(k)

ANHA