Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk bi dawî bû

Çalakiyên Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk a 2ˊyemîn a li Girê Mozan ê rojhilatê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bi pêşkêşkirina stran, govendên gelêrî û xelatkirina komên beşdar, bi dawî bû.

29 cotmeh, 2025   18:41
QAMIŞLO

Îro li Girê Mozan ê rojhilatê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk a 2ˊyemîn hat lidarxistin. Di festîvalê de tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen amade bûn.

Li qada festîvalê 4 kon hatin danîn, her yek ji wan çanda pêkhateykê nîşan dide. Her konek bûye pêşangehek zindî ya kelepûr, cilên kevneşopî, xwarinên gelerî û sembolên çandî yên pêkhateyan, û bi awayekî berbiçav nasnameya her koma civakî nîşan dide.

Komên hunerî û komên civakî yên civakên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî-Asûrî tevlî festîvlê bûn.

Di festîvalê de stan û govendên gelêrî ji hêla komên "Duret Firat a ji Tebqayê", "Yerthoutha ya Folklora Suryanî", "Gulan Zelal a Govendê ya Hîlala Zêrîn", " Artsakh a Folklora Ermenî", "Cûdî ya Stranên Kurdî" hatin pêşkêşkirin.

PEYAMA FESTÎVALA ÇANDA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Festîval bi xelatkirina komên beşdarî ji bo kedan; weke Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, Weşanxaneya Şilêr, Navenda Çanda Ermenî, Keça Kurda, Komîna Hunerên Şêwekariyê, Komeleya Çanda Ermenî, bi dawî bû.

Yekemîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk di 10 û 11`ê Mijdara 2023`an de, bi dirûşmeya "Bi rihê Çanda Neteweya Demokratîk, em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger dikin" hate lidrxistin.

(fr)

ANHA