Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Mamosteyan pîroz kir

Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Cîhanê ya Mamosteyan pîroz kir û banga pêşxistina pergala fêrkirinê kir.

Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Mamosteyan pîroz kir
Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Mamosteyan pîroz kir
Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Mamosteyan pîroz kir
Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Mamosteyan pîroz kir
Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Mamosteyan pîroz kir
Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Mamosteyan pîroz kir
Yekitiya Mamosteyan a Helebê Roja Mamosteyan pîroz kir
5 cotmeh, 2025   14:19
HELEB

Yekitiya Mamosteyan a Helebê bi boneya Roja Cîhanî ya Mamosteyan daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) ya li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi dehan mamosteyan hat dayîn.

Mamoste Mihemed Reşîd bi zimanê Kurdî, mamoste Esma Mihemed bi zimanê Erebî û mamoste Şukrî Mistefa jî bi zimanê Îngilîzî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Roja Cîhanî ya Mamosteyan li tevahiya mamosteyan hat pîrozkirin û pesnê rola wan di belavkirina zanînê de hat dayîn.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Ev roj ku boneyeke cîhanê ye rola mamosteyan û berpirsyarên wan ên avakirina nifşên siberojê teqdîr dike."

Di daxuyaniyê de girîngiya pêşxistina ramanê rexnegir û afrînerî yê xwendekaran hat vegotin. Her wiha îşaret bi ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan di avakirina mirovên azad de hat kirin.

Di dawaiya daxuyaniyê de hate gotin, Yekitiya Mamosteyan a Helebê ji ber baweriya xwe ya bi rola fêrkirinê di avakirina siberojeke hişmendtir û dadperwertir de, dê wezîfeya xwe di nav pergala perwerdehiyê û xebata ji bo xurtkirina têkiliyên perwerdehî û çandî bi qadên perwerdehiyê yên navneteweyî re bidomîne.

(bb)

ANHA