Hêzên hikumeta veguhêz bi hawanan êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi hawanan êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin.

Hêzên hikumeta veguhêz bi hawanan êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin
6 cotmeh, 2025   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me yên Helebê ragihandin ku hêzên hikumeta veguhêz bi hawanan êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Di heman demê de hewl didin bi tank û panzêran derbasî her du taxan bibin.

Girseya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ku dixwest rêyên ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatine girtin bêne vekirin çalakî li dar xistibûn. Lê hêzên hikumetê bi gaza îsotê û panzeran êrişî girseyê kir, ji ber van êrişan hinek kes birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina şêniyan bersiva êrişan didin û şer derket.

(bb)

ANHA