Hêzên Ewlekariya Hundirîn videoya sûcdarên kuştina Îsmaîl Fetah weşand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê videoya sûcdarên kuştina endamê ENKSˋê Îsmaîl Fetah Îsmaîl weşan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn videoya sûcdarên kuştina Îsmaîl Fetah weşand
14 sibat, 2025   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 20`ê Çileyê cenazeyê şêniyê bi navê Îsmaîl Fetah li gundewarê bajarê Tirbesiyê yê kantona Cizîrê kuştî hat dîtn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê bûyerê de dest bi lêkolînê kirin û di encamê de sûcdarên kuştina Îsmaîl Fetah Îsmaîl girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro vodeoya sûcdarên vê bûyera kuştinê weşand û diyar kir ku "Armanca weşandina vîdeoyê zelalkirina rastiyan û eşkerekirina sedemên ku pêkanîna vê tewanê. " 

(k)