Karwanê şêniyên hin bajarên kanton Cizîrê gihiştin bendava Tişrînê

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kangotna Cizîrê gihiştin bendava Tişrînê .

Karwanê şêniyên hin bajarên kanton Cizîrê gihiştin bendava Tişrînê
14 sibat, 2025   19:26
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Îro karwanên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê ji bo ku tevlî çalakiya nobedariyê bibin, ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê.

Karwanê şêniyan gihşte bendavê û ji hêla şêniyên bajarên Hesekê, Tiltemir, Dirbêsiyê, Şedadê û Til Birakê ku 11`ê sibatê gihiştibûn bendavê, hatin pêşwazîkirin.

Ji roja 8`ê çileyê ve şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, ji hember êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, çalakiya nobedariyê berdewam dikin.