Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 2 çete girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku hêzên wan li Dêrazorê bi şaneyeke teroristan re ketine şer. Di encamê de yek ji wan bi birîndarî, her du terorist hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 2 çete girtin
28 îlon, 2025   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li bajaroka Mihêmîd a kantona Dêrazorê duh di saetên esrê de bi şaneyeke teroristan re ketiye şer. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de got, "Di çarçoveya erka me ya parastina ewlekarî û aramiya herêmê de, hêzên me yên Ewlekariya Giştî roja şemiyê piştî nîvor li bajaroka Mihêmîd a Dêrazorê bi şaneyeke DAIŞ’ê re ket şer."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şaneya DAIŞ’ê ji 2 teroristên bi motorskilê bûn û ev agahî hatin dayîn: “Her du kesên behsa mijarê di sibeha roja şemiyê de li dijî erebeyeke endamên me êriş pêk anîn. Hêzên me di encama lêkolînê de karîbûn cihên êrişkaran tesbît bikin û şerekî kurt derket. Di encamê de yek ji êrişkaran birîndar bû. Herdu êrişkar hatin girtin. Motorsklêt û hejmarek çekên û cebilxaneyên bi wan re bû, hatin destserkirin.”

Di dirêjiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî lêpirsîn bi dawî bibe dê mukurhatiyên çeteyan bi hemû deteyên wê ve bi raya giştî re were parvekirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniyê de soz da ew ê ji bo parastina gelê herêmê têkoşîna xwe ya li dijî teroristan bidomînin û ew ê bê teredud li şaneyên teroristan têk bibin.

(dc)