Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Îradeya me ji her demê xurtir e

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze wan ji erkên wan û xizmeta wan a gel dûr bixîne, lê îradeya wan a berxwedanê ji her demê xurtir e.

 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Îradeya me ji her demê xurtir e
22 tebax 2024   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku îro (22 Tebax 2024) li hemberî avahiya asayîşa Qamişlo pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku encama êrişê de ziyana madî pêk hatiye û wiha hat gotin:

“Êrîşên artêşa Tirk a faşîst ên li ser herêmên me yên ku ewlehî û aramiya gelê me dike armanc berdewam dikin. Îro (22’ê Tebax, Pêncşem) dewleta Tirk bi rêya balafirên keşfê navenda hêzên me ya li bajarê Qamişlo kir hedef. Di encama êrişê de li avahiyê ziyana madî çêbû.

Ev armanckirin şerekî derûnî yê li ser gelê herêmê ye. Bi vê yekê tê xwestin ku hêzên me ji pêkanîna erkên xwe yên ewlehî, aramiyê û bersivdayîna giliyên welatiyan û pêşkêşkirina xizmeta pêwîst a ji bo parastina ewlehî-aramiya wan dûr bixîn.

Artêşa Tirk bi riya van êrişan pêk tîne,  dixwaze me ji pêkanîna erkên me yên li hemberî gel û herêmên xwe dûr bixîne, lê îradeya me ya ji bo berxwedaniya li hember van êrîşên ku ewlehî û îstiqrara herêmê xera dikin, ji her demê zêdetir, xurtir dibe.”

(a)

ANHA