Biryarên sosret ên Talîbanê yên li dijî jinan

Talîban 3 sal e qeydên li ser jinan û jinên ciwan zêde dike. Talîbanê îro ragihand ku "rû û dengê jinan" heram in.

Biryarên sosret ên Talîbanê yên li dijî jinan
22 tebax 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Talîbanê beriya 3 salan desthilata Efganistanê kontrol kir û ji wê demê ve qeydên li ser jinan û jinên ciwan zêde dike.  

Vê care Talîbanê "Dengê jinan li mêran heram e" bi nav kir û bi dauxyaniyekê diyar kir ku ew amadekariyên derxistina qanûnekê dike ku jin bi awayekî fermî hîcabê li xwe bikin, rû û dengê jinan heram e.

Talîbanê "di çarçoveya hemleya guhertinên civakî de" zêdetirî 21 hezar amûrên muzîkê wêran kirin û bikaranîna laptopan li seranserî welêt qedexe kir.

Talîbanê ji dema hatiye ser desthilata Efganistanê 15`ê Tebaxa 2021`an ve, qeydên li ser jinan û jinên ciwan zêde kirin. Piştî refa 6’an nabe zarokên keçîn biçin dibistanê. Her wiha nabe jin di saziyên hikumetê û yên taybet de kar bikin. Her wiha azadiya ragihandinê jî qedexe kir.

Jin û zarokên keçîn nabe bi tenê li cihên giştî mîna park û seyrangehan rûnin an jî biçin derekê.

(şx)