Ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo merasîmek li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şehîd  Berxwedan Qamişlo (Amîr Ehmed El Casim) merasîmek li dar xist.

Ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo merasîmek li dar ket
Ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo merasîmek li dar ket
Ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo merasîmek li dar ket
Ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo merasîmek li dar ket
Ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo merasîmek li dar ket
Ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo merasîmek li dar ket
22 tebax 2024   14:45
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd  Berxwedan Qamişlo (Amîr Ehmed El Casism) ku di malbatê de bi navê Amîr Wero tê naskirin merasîmek li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê, endamên saziyên civaka sivîl, malbat û hevreyên şehî ji bo sersaxiyê berê xwe da gundê Um Edam ê Tirbesiyê.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Îbrahîm diyar kir ku destkeftiyên ku îro li Kurdistanê têne bidestxistin bi saya şehîd Amîr û bi dehan hevalên wî ne û ev li gotinên xwe zêde kir: Em berxwedana gerîlayên azadiyê ku îro li çiyayên azad tê kirin em silav dikim û dibêjin em li kêleka şervanên xwe ne.”

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî Hikmet Hebîb diyar kir ku şehîd Amir rêya azadiyê hilbijart. Hebîb got: "Çi dibe bila bibe em ê projeya xwe ya biratiya gelan bi ser bixin. Em gerîlayên azadiya Kurdistanê, berxwedana wan a li dijî dewleta Tirk a dagirker silav dikin, gerîla îro hebûna tevahî pêkhateyan diparêze.”

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehîdBerxwedan Qamişlo hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Gerîlayê HPG’ê Berxwedan Qamişlo (Amir Ehmed El Casim) 17’ê Adara îsal li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîmek li dar xist.

(ex)

ANHA