Hêzên ewlehiyê li Reqayê kesek girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesekî ji bo edaletê dihat xwestin li kantona Reqayê girt, çek û cebilxaneya pê re desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê li Reqayê kesek girt
18 îlon, 2025   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan kesekî ji bo edaletê dihat xwestin li Reqayê girt.

Daxuyanî wiha ye: "Hêzên me yên ewlekariyê, bi hevrêziya li gel Hêzên me yên Taybet (H.A.T.), 18`ê Îlonê, li Reqayê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn. Ev operasyon piştî şopandina tevgerê kesê ji bo edaletê dihat xwestin di nav çend hedefên di lîsteya çavdêriya ewlehiyê de ye pêk hat. Di encama vê oparesyonê de kesê ku ji bo edaletê dihat xwastin hate girtin.

Di dema operasyonê de, çek û cebilxaneya bi kesê ji bo edaletê dihate xwestin re hebûn, hatin desteserkirin, di nav de 2 damanceyên 9 mm, bombeyên destan, telefonên destan û 2 tifingên Kilaşînkovê, ku ji bo çalakiyên ku aramî û ewlehiya welatiyan tehdît dikin, dihatin bikaranîn.

Hêzên me piştrast dikin ku operasyon beşek ji hewldanên berdewam e ji bo zêdekirina aramiyê û şopandina kesên ku ji bo edaletê têne xwestin, û hêzên me yên ewlekariyê dê hewldanên xwe yên bi biryar ji bo misogerkirina ewlehiya Reqayê û parastina welatiyan ji her hewldanek ji bo bêîstîqrarkirina bajêr bidomînin."

(mh/şx)